Şêwaza beşdariya partiyên Herêma Kurdistanê li hilbijrtinên tê li Iraqê
Nunerekî kurd ê parlemana Iraqê raghand ku piraniya partiyên kurdistanî cida dê li hilbijartinên tê li Iraqê beşdar bibin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Zana Seîd Rûstayî, nûnerê partiya kurdî ya Cimaeta Îslamî li parlemana Iraqê bal kişand ser vê yekê ku partiyên kurdistanî dê cida li hilbijartinên parlemanî yên pêşber de beşdar bibin û diyar kir: hevalbendiyên navbera partiyên kurdistanî ji bo beşadriya li van hilbiajrtinan tenê li parêzgeha Kerkûkê cih were.
Zana Rûstayî bal kişand ser vê yekê ku partiyên `` Hevalbendiya Demokrasî û Edaletê û Ciameta Îslamî û tevger Gorranê biryar dan ku tev hin partiyên din di lîsteyeke hevgirtî de beşdarê hilbijartinê bibin û got: Partiyên din ên kurdistanî li navçên kêşdar ku têde kurd jî beşdar in û her wiha li parêzgehên Neynewa, Diyalê û Selahedînê rewşeke mîna Herêma Kurdistanê hene û cida dê beşdarî hilbijartinên bibin.
Hadî Elî serokê konseya siyasî ya partiya Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê jî ragahnd ku partiya wî li hilbiajrtinên parlemanî ya Iraqê li 12 Gulana 2018`an agahî da.
Wî got: Yekitiya Îslamî ya Kurdistanê daxwaza beşadriya partiyên kurdistanî li navçên ku xala 140 digrin ber xwe bi lîsteya hevpar li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê dikir, lê bi encam neghêştina avakirina hevalbendiya kurdistanî, me biryara beşadriya serbixwe li hilbijartinên parlemanî da.
Li gor nûçeyeke din Yûsif Muhemed wek berpirsrê lîsteya hevpar a hilbiajrtinê ya sê partiyên opozosyona Herêma Kurdistana Iraqê li hilbijartinên parlemanê û konsyên parêzgehan a Iraqê hat bijartin.
Wurya Muhemed berpisrê karûbarên hiqûqî yên hevalbendiya Wetenê ji kanala medyayî ya Gorranê e got: Yûsif Muhemed serokê berê yê parlemana Kurdistanê, dê serokatiya lîsteya hevalbedniya Wetenê li hilbijartina Iraqê dê bigre istûyê xwe. Tevgera Gorranê, hevalbendiya demokrasî û edaletê û cimaeta Îslamî ya Kurdistanê, dê lîsteyeke hevpar bi navê hevalbendiya Wetenê ji bo beşadriya li hilbijartinên parlemanî yên Iraqê û konseyaên paêzgehan li Kerkûkê, Neynewa û Diyalê pêk anîne.