Çile 13, 2018 10:45 Asia/Tehran
  • Sefera desteyeka fermî ji Herêma Kurdistanê bo Bexdayê

Çavkaniyên agah qala sefera desteyeka fermî ji Herêma Kurdistana Iraqê bo Bexdaya paytexta vî welatî bo cara yekem piştî lidarxistina Giştpirsîna li vê herêmê di roja 25`ê Îlona 2017an kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Russia Today a Erebî (Rûsiya El Yewm), rayedarekî agah li ofîsa serokwezîrê Iraqê ragihand: ``Biryar e desteyek ji Hewlêrê bi serokatiya Kerîm Sencarî, wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistanê ji bo hevdîtina bi wezîrê karên hundir ê Iraqê, Qasim Eirecî û wezîrên din ên vî welatî îro anku Şemiyê biçe Bexdayê.

Biryar e li hevdîtinên berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê digel berpirsên iraqî li bara betalêkirina qedexeya firrînên navneteweyî ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê her wiha şêwaza rêvebirina derbasgehên sînorî bi awayê hevpar û li gorî qanûna bingehîn a Iraqê gotûbêj were kirin.

Nêçîrvan Barzanî, serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê jî heftiya biohurî li çarçova baştirkirina pêwendiyên digel dewleta navendî li Bexdayê, ji bo şandina hisabên derfirotina nifta vê herêmê bo Bexdayê amadetiya xwe ragihandibû.

Dewleta Iraqê ji bo destpêkirina gotûbêjên siyasî bi Hewlêrê ra hin şert û merc ji wan: Ragihandina fermî ya betalkirina encamên giştpirsîna neqanûnî ya cudabûnê, radestkirina hemî derbasgehên sînorî û firokexaneyan, radestkirina derhatên niftî û ne-niftî û derhata bac û xeraca Herêma Kurdistanê bo dewleta navendî li Bexdayê diyar kiribûn.