Çile 12, 2018 13:25 Asia/Tehran
  • Li herêma Kurdistana Iraqê 230 rojnamevan rastî zorbêjîyê hatine

Sendîkaya rojnamevanên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku li sala bihurî ya mîladî zêde ji 230 rojnamevan li vê herêmê rastî zorbêjî û zordarîyê hatine.

Li gor rapora ajansanûçan a IRNA`yê, Endamekî komîteya berevaniya ji heq û mafê rojnamevanan ser bi sendîkarya rojnamevanên Herêma Kurdistana Iraqê duh pêncşemê li press konferansekê li Hewlêrê raporek eşkera kir û ragihand ku li sala 2017 3 rojnamevan rastî terorkirinê hatin ku ewna ji ber van teroran sax filitîn û 2 rojnamevan jî li çaxê girtina raporan li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Vê komîteya berevaniya ji heq û mafê rojnamevanan ragihand ku li sala bihurî 5 navendên medyayî li herêma Kurdistana Iraqê hatine girêdan û 20 rojnamevan hatine girtin û 30 rojnamevan jî birîndar bûn.

Herwisa li vê raporê hatiye ku 39 rojnamevan jî çaxê xebatatên xwe yên medyayî ketine ber jorbêjîyê.

Li vê raporê hatiye ku 47 xebatkarên mediyayî yên telivîzyona NRT`yê jî li Solêymaniyê rastî destdirêjiyê hatine.Azad Muhemed Emîn serokê sindîkaya rojnamevanên Kurdistana Iraqê jî li vê civînê bal kişande ser zêdebûna zordarîya li hemberî rojnamevanan li vê herêmê got: Li sala bihurî gelek ji rojnamevanan li vê herêmê ketine ber xeterê û her çiqas ku rewşa vê herêmê aloztir bû, zext û zora ser rojnamevanan jî zêdetir bû.Wî got: Êrişa ser rojnamevanan gor xala 35 aheq û mafê rojnamevanan kusala 2007 pejirî neqanûnî bûye û pêwîst e pîşiya van cure kiryaran bê girtin,.