Çile 11, 2018 16:27 Asia/Tehran
  •  Berdevkê Hevalbendiya Dêmokirasî û Dadperwerîyê: Em Ji bo bidestxistina desthilatê li Herêma Kurdistanê hewl didin

Berdevkê hevpeymaniya Demokrasî û Edaletê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi serokatiya Berhem Salih ser hewldanên vê hevpeymaniyê ji bo bi desthilatbûna li herêmê teqez kir.

 Li gorî rapor Kurd Prssê, Rêbwar Kerîm li gotûbêja bi Someriye Newsê re destnîşan kir ku pêwîst e  li hember kesên ku li herêma Kurdistanê qawet xistin bin kontrola xwe û  her wiha talankirên  mafên welatiyên  bêpar û mahrûm   bisekinin  û  got: Hevpeymaniya Demokrasî û Edadlet ji bo bi qawetnûna  li herêmê hewl dide.

Kerîm  her wiha bal kişand ser vê yekê ku niha   bêhêvîtiyek li nav civaka  Kurdistanê û Iraqê heye û avakirina  hevalbendiyê an tevgera ku bikaribe  ji bo cihhatina  edaleta rastîn li vê civakê hewl bide, pêwîst e, û texmîn kir ku hevpeymaniya Demokrasî û Edaletê ji aliyê welatiyên  mehrûm ên Herêma  Kurdistanê were piştgirîkirin.

 Wî bal kişand ser pêwîstiya  cihanîna pêngavên hevpar navbra partiyên siyasî yên kurdistanî li gor  îstihqaqa hilbijartinê bi armanca cihhatina  edaletê û got: Hevpeymaniya  demokrasî û edaletê ji bo bi destxistina  qawetê  li Herêma  Kurdistanê hewl dide.