Kifşkirina dema hilbijartinan li Herêma Kurdistana Iraqê
Serokê Komîsyona Hilbijartin a Herêma Kurdistana Iraqê Hendirîn Mihemed ragihand ku komîsyonê dest bi amadehiyên xwe yên hilbijartinê kirîye.
Serokê Komîsyona Hilbijartin a Herêma Kurdistana Iraqê Hendirîn Mihemed di axaftina xwe de got: "Komîsyonê dest bi karê xwe yê hilbijartinê kir. Li Herêma Kurdistanê ji bo ku hilbijartina serokatî, parlamento û yên herêmî werin lidarxistin me pêşniyarek da hikûmetê."
Hendirîn Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Derxistina kutikên dengdêr û qeydiyan di nava 3 mehan de yê biqede. Hê tam ne zelal e, lê dibe dawiya meha Adarê an jî serê Nîsana 2018`an were lidarxistin.
Divê hilbijartinên Herêma Kurdistana Iraqê di 1`ê Mijdara 2017`an de bihata lidarxistin, lê bi biryara parlamentoyê çend mehan hat paşxistin.