Cehangîrî: Îranê li civata welatên firoşerê gazê roleka girîng heye
Alîkarê yekemîn ê serokê Komara Îslamiya Îranê, got: Îranê li kivşkirina siyasetan û hevahengiya jibo geşkirina derfirotina gazê û sebeda enerjiya cîhanê, cîgeh û roleka girîng heye.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Ishaq Cehangîrî, pêncşemiyê bi şev li balafirgeha navneteweyî ya bajarê Santakirûzê yê Bolîviyê, li koma nûçegîhanan herwiha got: Îran xwediyê yek ji zimhêrên herî mezin ên gaza cîhanê ye û yek ji endamên girîng ên Civata Welatên Firûşerê Gazê tê hesêb.
Cehangîrî liser girîngiya raberkirin, biha û ewlehiya gazê sekinî û got: Çend salan berî niha li Têhranê, welatên berhemhîner û firoşerê gazê, bi pêşbîniya dahatiya vê çavkaniya enerjiyê, biryar dan Civata Gazê pêk bînin û îro rojê piştî derbasbûna çend salan ev civata bûye navendeka girîng a jibo biryardayîna di warê enerjiyê de.
Wî herwiha got: Gaza xwezayî di nava hilgirên enerjiya fosîlî, enerjiya herî paqij û girîng e ku bandora wê li dahatiya sebeda enerjiya cîhanê ber bi zêdebûnê ve dice.
Alîkarê yekemîn ê serokê Komara îslamiya Îranê, bona beşdariya li çaremîn civîna Civata Welatên Firoşerrê Gazê (GECF) çûye Bolîviyê.