NY: Bila Herêm Kurdistana Iraqê rêzê li hukma dadgeha vî welatî bigre
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku bila rêzê li hukma dadgeha federal a vî welatî derheq neqanûnîbûna giştpirsiya cidabûna vê herêmê bigrin.
Someriye Newsê raghand: Ferhan Heq , alîkarê berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got ku taxima NY li Iraqê, piştê hukmê vê dawiyê yê dadgeha federal a vî welatî li bara giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, ji rayedarên vê navçê dixwez ku vê hukmê qebûl bikin û rêzê li wê û qanûna bingehîna Iraqê bigrin.
Ferhan Heq her wiha diyar kir: Vê taximê her wiha ji Bexda û Hewlêrê xwestiye ku bêyî tu sistiyekê, muzakireyan destpê bikin.
Ferhan Heq gefa bikaranîna zordariyê û her wiha gotin û kiryarên hander, piştî dayîna hukmê dadgeha federal rexne kirin.
Dadgeha federal a Iraqê roja duşemiyê hukmê betalkirina encamên giştpisriya Herêma Kurdistana Iraqê û berpirsiyariya Hewlêrê bi pêşitiya rêzgirtina ji vê hukmê da.
Giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê revî dijberiya dewleta navendî ya Iraqê û welatên din û bi ser israra Mesûd Barzanî li 25 Îlonê hat lidar xistin, lê bi dijberiyên navneteweyî û navçeyî û rawestana cidî ya dewleta Iraqê li hember wê rastî işkestê hat.