Mijdar 22, 2017 10:44 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku ew ê digel desteyeke vê navçeyê seredana Bexdayê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Iraqê (WAA), Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê bal kişand ser vîya ku mafê kesî nîne bi her alîyekî re bi awayekî serbixwe danûistandinê bike, ragihand ku bi alîyên sîyasî yên kurd re têkildarî pêkanîna hikûmeta veguhestinê li Kurdistana Iraqê û hilbijartinan gotûbêj hatîye kirin û hemî alî li dijî parvekirina Herêma Kurdstanê ser du îdareyan ve ne.

Barzanî ragihand ku rewşa darayîyê li Herêma Kurdistana Iraqê xirab e û got: Hewcetî bi piştgirîya hemî alîyan heye, heke rewş bigihêje wêderê ku em nekaribin miaşê bidin, ev yeka yê bi aşkiratî ji gelê Herêma Kurdistana Iraqê re bê gotin.