Mijdar 16, 2017 12:05 Asia/Tehran
  • Parlemanterên PDK ya Iraqê vegeriyan parlemana vî welatî

Fraksiyona parlemanî ya PDK bi serokatiya Mesûd Barzanî biryar da li rûniştinên parlemana Iraqê beşdar bibe.

Ajansa Someria Newsê ya Iraqê ragihand ku fraksiyon PDK li parlemana Iraqê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kir ku ev fraksiyona bawer etenê riya çareseriyê gotûbêj e  û li gor vê bawerê biryar daye ku ji vê şûnda parlemanterên vê fraksiyonê li rûniştinên parlemanê beşdar bibin.

Li daxuyaniya Fraksiyona PDK herwiha hatiye diyar kirin ku PDK herwek berê dixebite Qanûna Bingehîn a Iraqê bibe bingeha çareseriya nakokî û dijberiyan bi taybet bibe bingeha çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê duh li daxuyaniyekê de ragihand ku Hewlêr hurmetê ji biryara dadgeha Fedral li bara madeya yekê ya qanûna Bingehîn digire. Li gor vê madeyê ti grûp an tevgerek mafê xwe tine deverekê ji Iraqê cida bike. Li vê çarçovê de nivîsgeha serokwezîrê Iraqê ragihand ku ev biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê tê wateya îbtalkirina Giştpirsiya Cidabûnê.