Jordaçûna hejmara qurbanî û birîndarên erdheja li Herêma Kurdistana Iraqê
Serokê Dayira Tendrustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê ragahnd ku hejmara qurbaniyên erdheja şeva buhurî li vê navçê gihêştiye heft kesî û zêde ji 300 kes birîndar bûne.
Li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê kanala kurdî ya Rûdawê, Rêkewt Heme Şeşîd serokê dayira tendrustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê roja duşemiyê ragahnd ku hejmara kuştiyên erdhejê gihêştiye heft kesî ji wan çar kes li bajarê Derbendîxanê, du kes li Germiyanê û kesek jî li Silêmaniyê.
Rêkewt Heme Şeşîd serokê dayira tendrustiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: 321 kes jibo dermankirinê hatin guhestin bo nexweşxanê ku 120 kes ji wan bi giranî birîndar bûne.
Erdhejeke zêde ji 7 rîşterî yekşemiyê şevê hin beşên berfireh ji Iraq û navçên rojava Komara Îslamî ya Îranê hejand.
Navendên erdhejnîgariya Îran û Emerîkayê, navenda erdheja şeva buhurî navçeyên sînorî navbera Iraq û Îranê nêzîkî du parêzgehên Silêmaniya Iraqê û Kirmaşana Îranê raghandine.