Mijdar 13, 2017 18:44 Asia/Tehran
  •  Civîna rojnamevaniyê ya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li bara alûgorên vê navçê

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê got ku Komara Îslamî ya Îranê, qebûl kiriye ku derbasgehên sînorî vebike.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê û ji zarê Bexda El-Yewmê, Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê roja duşemiyê  li civîna rojnamevaniyê li Hewlêrê her wiha  teqez kir ku Hewlêr hîn li benda  bersiva Bexdayê bo plana  pêşniyarkirî ya Herêma Kurdistana Iraqê bo muzakireya tev dewleta navendî ye.

 Barzanî got ku Herêma Kurdistana Iraqê têbînî û bîr û rayên xwe bo bûdceya pêşniyarî ya sala 2018`an  raberî dewleta navendî ya Iraqê kiriye û Bexda dikare bi baldarî bernama  belavkirina mafên  kedkarên  dewletî yên  Herêma Kurdistana  Iraqê hilkole.

 Nêçîrvan Barzanî wek berteka li hember hukma  hefteya buhurî ya dadgeha  bilind a federala Iraqê derheq vê yekê ku qanûna  bingehîn a vî welatî îzna  cidabûna  tu tevgerekê an komekê ji Iraqê nade û got: Bi zûtirkê dê bersiva  vê daxûyaniyê were dayînê.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li bara meselên  navxweyî yên vê navçeyê jî got ku dewra nû ya muzakireyan tev hemî tevgerên siyasî yên kurd dê pêk were.

 Nêçîrvan Barzanî biryar e vê heftiyê sefera Silêmaniyê bike û tev  partiyên  tevgera Gorran,  Yekitiya Îslamî û Cimaeta Îslamî hevdîtinêpêk bîne da ku hemî tevgerên  kurd beriya destpêbûna  muzakireyan tev Bexdayê helwesteke hevpar hebin.

 Parlemana  Herêma Kurdistana Iraqê heftiya buhurî li daxûyaniyekê tevî daxwaziya jibo destpêkirina  muzakireyên  navbera Hewlêr û Bexdayê ji rayedarên  Kurdistana Iraqê xwest ku  taxima  şandîya Hewlêrê bo Bexdayê, pakêceke  tam û tekûz a qanûnî û aborî jibo muzakireyan amade bike.

 Giştpirsiya Cidabûna  Herêma Kurdistana Iraqê ku li  Îlona  îsal hat lidarxistin,  nakokiya navbera Bexda û Herêam Kurdistana  Iraqê zêde kiriye.