Mijdar 12, 2017 11:59 Asia/Tehran
  • Iraq danûstandinên bi pereyên biyanî li bankên Kurdistanê qedexe dike

Banka Navendî ya Iraqê biryarnameyek weşand û tê de hefteyek mulet da bankên Herêma Kurdistanê daku karûbarên bi pereyên biyanî rawestînin.

Berdevkê Banka Navendî ya Iraqê Ayser Cebar ji bo Sputnikê got, Banka Navendî ya Iraqê ji bo hefteyekê mulet daye bankên li Herêma Kurdistanê, daku karûbarên xwe temam bikin, ji ber ku piştî vê pêvajoyê danûstandinên bi pereyên biyanî li wan bankan qedexe ye.

Cebar amaje bi wê yekê kir ku li Herêma Kurdistanê nêzikî 63 bank bi dolar û pereyên biyanî yên din danûstandinê dikin û got, "Ev bankana piştî hefteyekê êdî  nikarin bi pereyên biyanî danûstandinan an jî hewlaya pereyan bikin."

Hêjayî gotinê ye ku Iraqê beriya niha jî ji bankên taybet xwestibû ku hemû şaxên xwe yên li Herêma Kurdistanê bigirin.