Mijdar 11, 2017 15:56 Asia/Tehran
  • Barzanî daxwaza destpêkirina gotûbêjê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku Hewlêr ji bo gotûbêja digel Bexdayê amade ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mîzanê, Mesûd Barzanî serokê berê yê Herêma Kurdistana Iraqê li hevpeyvîna digel kanala nûçan a CNN`ê basa amadebûna Hewlêrê ji bo destpêkirina gotûbêja digel Bexdayê kr.

Mesûd Barzanî li vê hevpeyvînê herwiha tevî ku bal kişand ser hevdîtina xwe digel rayedarên Amerîka, Ingilîs û NY berî lidarxistina giştpirsîyê û got: Wan xwestin ku giştpirsî were paşdaxistin lê soz nedan ku di rewşa paşdaxistina giştpirsîyê de yê pişta wê bigirin.

Barzanî li pişkeke vê hevpeyvînê bal kişand ser pişkdarîya hêzên Pêşmerge li opêrasyona azadkirina Mûsilê û got: Peyama min eva ye ku me sala buhurî li opêrasyona azadkirina Mûsilê gellek alîkarîya we kir, heke hêzên Pêşmerge nebana we nedikarî Mûsilê azad bikin. Bizvirin ser aqil û mentiqê û pirsigêk û gêreyên digel Herêma Kurdistanê bi rêka gotûbêjê çareser bikin ji ber ku şer û şîdet yê kuştin û kavilkirina hemî Iraqê bi xwe re bîne.