Mijdar 11, 2017 09:53 Asia/Tehran
  • Şêrko Cewdet: ``Hewlêrê riyek din ji bilîî lihevkirina digel Bexdayê tune``

Şêrko Cewdet, Serokê Komîteya Enêrjî û Çavkaniyên Sirûştî û endamê Komîteya Heyitiyê li Parlimana Herêma KUrdistana Iraqê bal kişande ser kêmbûna derfirotina nifta navçeya bakurê Iraqê di meha buhurî da û got: ``Derhatên niftê têra pirsgirêkên malî yên Herêma Kurdistana Iraqê nake û tenha rê lihevkirina digel Bexdayê ye``.

Li gorî rapora IRNA`yê, Serokê Komîteya Enêrjî û Çavkaniyên Sirûştî û endamê Komîteya Heyitiyê li Parlimana Herêma KUrdistana Iraqê, Şêrko Cewdet li hevpeyivîna bi ajansa nûçeyan a Soleimanie Nerws`ê bi gotina vê yekê her wiha got: ``Li ser esasa zanyariyên ku li ber destê me hene, her çend ku wezareta Çavklaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê li vî warî da zanyariyan radest nake; Lê niha derfirotina nifta navçeya bakurê Iraqê gihîştiye kêmtir ji sedî 50`ê, bi awayekî ku qasa wê ya niha 250 hezar bermîl di rojê da ye``.

Wî her wiha got: ``Berî niha derfirotina nifta Kurdistana Iraqê ku nifta Kerkûkê jî digirte ber xwe, din rojê da digihêşte 650 hezar bermîlî.

Serokê Komîteya Enêrjî û Çavkaniyên Sirûştî û endamê Komîteya Heyitiyê li Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku Herêma KUrdistana Iraqê berî niha bi firotina 650 hezar bermîlî di rojê da 450 Miliyar Dînar (Her 1250 Dînarê Iraqê beranberî dolarekî ye) derhata xwe hebû ku bi wê yekê dikarî meaşa kêmtir ji nîvê kedkaran bide.

Wî got: ``Li gorî rewşa niha ya malî, rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê tu riyek ji billî lihevkirina digel dewleta navendî ya Bexdayê li ber xwe nabîne``.

Bi kontrola bajarê Kerkûkê ji aliyê dewleta federal a Iraqê piştî lidarxistina Giştpirsîna yekalî ya cudabûnê li Herêma KUrdistana vî welatî, çavkaniyên niftê yên vê parêzgehê ji bin kontrola neqanûnî ya rêvebiriya Herêma KUrdistanê hatin derxistin.