Mijdar 09, 2017 16:56 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê bersiva gotinên vê dawîyê yên Ebadî têkildarî vê herêmê da

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi daxûyanîyekê li hemberî gotinên vê dawîyê yên Heyder Ebadî bertek nîşan da û xwest ku dewleta navendî venihêrînê li bûdca terxankirî ji bo karmendên vê herêmê bike û zêdetir bala xwe bide ser hêzên Pêşmerge.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Someriyê, li daxûyanîya hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê hatîye: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna rojnamevanîyê ya hefteyê bal kişand ser hin meseleyên têkildarî Herêma Kurdistanê. Em ji plana Ebadî ya pêngava dewleta federal ji bo dabînkirina miaş û derhatan pêşwazîyê dikin û amade ne ku hemî agahîyên têkildarî karmendên Herêmê bişînin Bexdayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li vê daxûyanîyê ji Ebadî xwestîye ku di çarçova desthilata xwe de venihêrînê li bûca têkildarî derhatên karmendên vê Herêmê ku zêde ji 334 milyard dînarên iraqî di mehekê de ji bo hemî karmendên Herêmê ye bike.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye tekezkirin ku li bûca dewleta federal qet basa hêzên Pêşmerge nehatîye kirin û tenha bi kurtasî basa hêzên bejayî yên ser bi Wezareta Berevanîyê hatîye kirin. Eva li halekî ye ku em çavlirê bûn fidakeîyên hêzên Pêşmerge li rex hêzên iraqî zêdetir bên berçavgirtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ragihandîye ku pêvajoya radestkirina nifta Herêma Kurdistanê bo dewleta fêdêral hewcedarê çarçoveke qanûnî digel dayîna garantîyan di warê derhatên vê Herêmê de ye.

Serokwezîrê Iraqê roja sêşemê basa hevkarîya kesên gendel û qaçaxçîyên niftê li Herêma Kuridstana Iraqê kiribû û ragihandibû ku pirranîya karmendên Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge rast kar nakin.