Daxwaza parlemana Kurdistana Iraqê jibo destpêkirina muzakireyên tev Bexdayê
Parlemana Kurdistana Iraqê li daxuyaniyekê tevî daxwaza jibo destpêkirina muzakireyên Hewlêr û Bexdayê, ji rayedarên Bexdayê xwest ku taxima şandî bo Bexdayê, paketeke tam qanûnî û aborî jibo muzakireyan amade bike.
Li gorî rapora IRNA`yê, parlemana Kurdistana Iraqê li vê daxuyaniyê ku roja çarşemiyê li hin medya kurd hatiye weşadnin, hatiye ji ber ku saziyên fermî yên Herêma Kurdistana Iraqê destpêkirina muzakireyên tev Bexdayê li gor qanûna bingehîn pesend kirine, loma pêwîst e ku bi zûtirkê dema muzakireyan were kivşkirin ji ber ku dewama rewşa niha ser zirara aboriya xelkê Kurdistanê û navçeyên kêşeliser e.
Parlemana Kurdistana Iraqê her wiha piştgirî daye hewldanên jibo aşitiya siyasî navbera komên kurdê iraqî û ji fraksiyonên vê parlemanê xwest ku jibo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, cîvakî û aborî li Herêma Kurdistana Iraqê hewlê bidin. Parlemana Kurdistanê li vê daxûyaniyê li bara pêkanîna komîteyekê jibo şopandina rewşa navçeyên kêşeliser agahî da.
Giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ku li Îlona îsal hat lidarxistin nakokoyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê zêde kirin.