Mijdar 08, 2017 16:22 Asia/Tehran
  • NY: Bila Herêma Kurdistana Iraqê hikmê dadgeha federal cih bîne

Taxima Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê (UNAMI) ji hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê xwest rêzê li biryara Dadgeha Federal a liser yekperçetîya Iraqê bigire. NATO`yê jî Bexda û Hewlêrê han dan ku kêşeyan bi awayekî aştiyane çareser bikin.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê SKY News`ê, ev taxima li daxuyaniyekê ragihand, dewleta navendî ya Iraqê liser pêbendiya xwe ya tam li qanûna bingehîn û biryarên Dadgeha Federal pêgîrî dike û herêm jî divê hikma ku ji Dadgeha Federal hatiye dayîn piştrast bike û liser pêbendiya xwe li Qanûna Bingehîn a Iraqê pêgîrî bike.

UNAMI`yê îro çarşemiyê li daxuyaniya xwe liser girîngiya gotûbêj û muzakireya di navbera Bexda û Hewlêrê de jibo çareserkirina qeyrana niha û xurtkirina hevkariya her du aliyan pêgîrî kir û amadetiya xwe jibo hebûna rola bibandor a li muzakireyan ragihand.

Dadgeha Federal a Iraqê, roja duşemiyê dewleta navendî, bi parastina yekbûna li welêt re erkdar kir û pêgîrî kir li qanûna bingehîn a vî welatî tu xalek tune ku îzna cidabûna pişkeka welêt bide.

Herwiha Yêns Stoltênbêrg, rêvebirê gişt Rêxistina Atlantîka BAkûr (NATO) got ku ev dixweze ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêjên kêrhatî jibo çareserkirina nakokiyan pêk werin û her du aliyan jî vexwend ku venegerine ber bi şidet û tundiyê.

Wî herwiha got, bikaranîna şidetê, şerrê dijî terorîsmê lawaz dike.