Gotûbêja telefonî ya Zerîf û Borîs Canson li bara alûgorên navçê
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Borîs Canson wezîrê karên derve yê Brîtanyayê roja sêşemiyê bi telefonê gotûbêj kirin.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li vê gotûbêjê bal kişand ser kiryarên bi provaksiyon û hander ên Erebistanê li navçeyê û îdiayên şaş û bi talûke yên rayeadrên Rejîma Siûdî red kirin û ew li dijî mafên navneteweyî û manîfesta NY nirxand.
Pêştir Muhemed Bin Selman welîehdê Erebistana Siûdî li gotûbêja telefonî tev Borîs Canson îdia kir: Desthebûna Îranê li dabînkirina mûşekan ji bo tevgera Ensarullaha Yemenê, destdirêjiya eskerî ya eşkere ji aliyê Îranê ye.
Wezîrên karên derve yên Îran û Brîtanyayê her wiha li bara pêwendiyên du alî û alûgorên navçeyî û navneteweyî şêwirîn.