Mijdar 07, 2017 09:11 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî xwest ku Bexda qebûl bike ku gotûbêjên siyasî bên destpêkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiyê li konfêranseka çapemeniyê hebûna hêzên artêşa Iraqê li tixûbên Herêma Kurdistana Iraqê nepêwîst da zanîn û ji dewleta Iraqê xwest ku destpêkirina gotûbêjên sioyasî qebûl bike.

Barzanî got: ``Pirsgirêkên siyasî di navbera Hewlêr û Bexdayê bi kêşe û pevçûnan û eva ku yek bi ser bikeve û yek derbide, dê neyêmn çareserkirin; Belkê divê li ser esasa gotûbêjên ciddî û bingehîn em gotûbêjan dest pê bikin û em li ser vê bawerê ne ku em li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê dikarin bigihêjin encamê.

Nêçîrvan Barzanî her wiha tevî neqanûnîzanîna pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018an a Iraqê got: ``Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê amade ye ku heke meaşa kedakrên herêmê bi tamî were dayîn, niftê bi tamî radestî Bexdayê bike``.

Wî têkildarî destpêkriina gotûbêja digel Bexdayê got: ``Bexda hîn amade nebûye ku digel Herêma Kurdistana Iraqê têkeve diyalogê; Lê em amade ne ku digel serokwezîrê Iraqê rûnin û diyalogê dest pê bikin û kêşe û pirsgirêkan li ser esasa qanûna bingehîn a Iraqê çareser bikin``.

Barzanî derbarê rola Tevgera Goranê li pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistana Iraqê jî got: ``Em meraq dikin ku di demeka herî kin da wezîrên ser bi tevgera Goranê vegerin nav rêvebiriya herêmê; Ewna beşeka girîng ji pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistana Iraqê ne``.

Barzanî her wiha derbarê daxwaza Bexdauyê ya radestkirina dergehên sînorî û meydanên niftê bo dewleta Iraqê got: ``Ev kêşe bi saya bikaranîna zexta leşkerî nayên çareserkirn; Em amade ne ku van pirsgirêkan li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê ne ji bo niha belkî ji bo nifşên pêşerojê jî çareser bikin``.

Wî têkildarî vê tyekê ku lihevkirinên ku di navbera desteyên leşkerî yên du aliyan pêk hatine jî îdia kir ku heta niha tu lihevkirinek di navbera du aliyan da pêk nehatiye; Lê em ji bo çareserkirna kêşeyan hewcedara rêkara siyasî ne, ne ku ya leşkerî``.

Nêçîrvan Barzanî derbarê hitmala sefera xwe ya Tirkiyê jî got: ``Tu demek ji bo sefera min bo Tirkiyê nehatiye diyarkirin; Tevî vê yekê ku ez dixwazin destnîşan bikim ku em ne tenê digel Tikriyê belkî digel Komara Îslamî ya Îranê jî amade ne ku têkevin diyalog û goftûgoyê û heke ewna ji bo vî karî amade bin, em amade ne ku taximên xwe bo van welatan rlkin û hewil bidin ku kêşeyên me digel wan û dewleta Iraqê li çarçova qanûna bingehîn a Iraqê bên çareserkirin``.