Mijdar 06, 2017 16:47 Asia/Tehran
  • Bexdayê ji Herêma Kurdistanê xwest ku helwesta xwe ya li bara serxwebûnê zelal bike

Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî teqez kir ku hikûmet pêbend e bi parastina yekîtiya axa Iraqê, destûra bingehîn û dadgeha federal û bangî Herêma Kurdistanê kir ku eşkere pêbendiya xwe bi wê yekê bîne ku cidabûn an jî serxwebûna ji Iraqê naxwaze.

Nivîsgeha Ebadî daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de diyar kir: "Em careke din bang dikin ku pêbendiyê bi destûr û biryarên dadgeha federal bikin ku ya dawî îro derketibû û madeya yekem a destûrê rave dikir ku tê de li ser yekîtiya axa Iraqê û  federalîbûna Iraqê pêgîriyê dike û xwe wezîfedar dizane ku vê yekîtiyê biparêze."

Herwiha nivîsgeha Ebadî bal kişand ser daxuyaniya dawiyê ya dadgehê ku gotiye: "ti made di destûrê de tine ku rê li ber cidabûnê veke" û "hemû kiryarên ku hikûmeta federal kiribûn di çarçvoeya madeyên destûrê de û karbidestiyên wê de bûn".

Di berdewamiya daxuyaniyê de, nivîsgehê ji Herêma Kurdistanê xwest ku "li ser bingehê biryara dadgeha federal  pêbendiya xwe bi zelalî ragihîne ku ji Iraqê cuda nabe yan jî serbixwe nabe."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî îro piştî kombûna lijneya wezîran, civîneke çapemeniyê li dar xistibû û ragihandibû: "Heke hikûmeta Iraqê meaş û %17yê budce bide, em amadene petrol, balafirxane, deriyên sînor û hemû dahatên wan radestî dewleta navendî ya Iraqê bikin"