Cotmeh 15, 2017 19:16 Asia/Tehran
  • Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza Bexdayê ji bo îbtalkirina encama giştpirsiyê red kirin

Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê li kutahiya civîna xwe ya îro yekşemê li parêzgeha Silêymaniyê, daxwaza Bexdayê ji bo îbtalkirina netîca giştpirsiyê red kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Li civîna îro yekşemê ya karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê ku bi pişkdariya Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê, Mesûd Barzanî serokê vê herêmê û karbidestên derecebilind ên din ên vê herêmê birê ket, wan xwesteka Bexdayê ya îbtalkirina encama giştpirsiyê qebûl nekirin lê hîn tu daxûyaniyek belav nekirine.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Hêmin Hewramî piştî vê civînê got: ``Berpirsên herêmê ji Bexdayê xwestin ku kirîza di navbera Hewlêr û Bexdayê bila ji riya gotûbêja dîplomatîk were çareserkirin``.

Hêmin Hewramî ragihand ku li vê civînê biryar hate girtin ku tu kîjan ji partiyên sereke yên Herêma Kurdistana Iraqê yanî Partî û Yeketî bi tenê tev Bexdayê gotûbêj neke û tu pêşmercek jî neyê qebûlkirin.

Hevçav Niçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihand ku îbtalkirina encama giştpirsiya herêmê nepêkan e.

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê înîşevê seredana Silêymaniyê kir ta ku gel karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtinê pêk bîne.

Giştpirsiya ku ser fermana Mesûd Barzanî li 25ê Îlonê li Herêma Kurdistana Iraqê birê ket rastî neyariya dewleta Bexdayê, aliyên siyasî yên vî welatî û welatên navçê û cîhanê hatiye.