Îlon 25, 2017 11:36 Asia/Tehran
  • Pêgîriya tirkmenên Iraqê ser boykotkirina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê Bereya tirkmenên Iraqê ragihand: Tirkmenên Kerkûkê giştpirsîya cidabûna Herêma Kuridstana Iraqê boykot kirine û yê encamên wê jî bi fermî nas nekin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, Erşed Salihî serokê Bereya tirkmenên Iraqê û nûnerê gelê Kerkûkê li meclisa vî welatî, şeva buhurî got: Turkmen di roja duşemê de naçin ser sandiqên dengdayînê.

Serokê Bereya tirkmenên Iraqê tekez kir: Hêzên ewlehîyê yên ser bi pêşmergeyan û partîyên kurdan li Kerkûkê, ewlehîya tirkmenan dabîn nakin û ew bi hegera nakokîyên sîyasî yên di navbera tilkimen û kurdan de, tenê pişta kurdan digirin û wan diparêzin.

Di vî halî de rewşa Kerkûkê şeva buhurî aloz bû û komek çekdar bi kincên kurdî li kolanan bi cih bûn. Hin çavkanîyan jî ragihadfin ku yekem pevçûn di navbera hêzên ser bi PDK`ê û YNK`ê li bakûra Kerkûkê qewimî.

Çavkanîyekî ewlehîyê li Kerkûkê jî ji nûçegihanê IRNA`yê re got: Kesên çekdar bi kincên kurdî ji duh danê êvarê ve li kolanên Kerkûkê bi cih bûne lê kifş nîne ku ser bi kîjan komî ne ji ber ku kincê pêşmergeyan li xwe nekirine.

Di vê çarçovê de, televîzyona Al Mayadeen a Libnanê jî ji zarê Russia Al Yawmê ragihand ku hêzên kurd ên dijî Inqilaba Islamî ya Îranê jî duh ber bi Kerkûkê hatin veguhestin.