Rêzên dirêj li ber benzînxanên Herêma Kuridstana Iraqê bi dû kêmbûna berfire ya benzînê
Îlon 25, 2017 11:19 Asia/Tehran
Piştî belavbûna nûçeya ihtimala girêdana sînorên bejayî, gelê Herêma Kurdistana Iraqê bera xwe dan benzînxanan ku di encama vê yekê de qerebalixî û tirafîkeke giran li riyên ber bi benzînxanên hanê pêk hatîye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, gelê Herêma Kurdistana Iraqê bi dû bihîstina nûçeya ihtimala daxistina sînorên bejayî yên Herêma Kurdistanê, bera xwe dan pompebenzînan.
Ev yeka bûye sedema tirafîkeke giran û rêzên dirêj ên maşînan li ber wan pêk hatine.
Li gorî vê raporê, li gellek benzînxanan ev ardûya bi dest nakeve.
Tevî neyarîyên navxweyî, navçeyî û cîhanî û hişyarîdayînên dewleta navendî ya Iraqê, Herêma Kuridstana Iraqê vê sibê dest bi lidarxistina giştpirsîya cidabûna vê Herêmê ji Iraqê kir.