Îlon 25, 2017 11:14 Asia/Tehran
  • Daxwaza Iraqê ji welatên cîhanê ji bo rawestandina peywendiyên niftî digel Hewlêrê

Dewleta Iraqê şeva buhurî bi daxûyaniyekê ji welatên bîyanî xwest ku bi hegera nakokîyên têkildarî lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, peywendîyên xwe yên niftî digel vê herêmê bi dawî bînin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, dewleta Bexdayê ji serokên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku bi hegera nakokîyên têkildarî lidarxistina giştpirsîyê, rawestgehên lêgerîna sînorî û balafirgehan radestî dewleta navendî ya Iraqê li Bexdayê bikin.

Li daxûyanîya dewleta Iraqê ku piştî civîna Konseya Ewlehîya Netewî ya vî welatî bi serokatîya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hatîye dayînê, tê gotin ku derîyên sînorî, yên dewleta federal in û derhatên niftê jî li gorî destûra bingehîn yên dewleta Iraqê ne.

Li gorî vê daxûyanîyê, Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê tivdîrên ku yê alîyên têkildarî meselê bikin, yê hilkolîne ji wan pêkanîna komxebatekê ji bo standina heyîtîyên Iraqê ji hesabên Herêma Kurdistana Iraqê û derhatên niftê ye.

Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê tekez kir, dewlet sozdar e ku hemî erkên qanûnî yên xwe nemaze yên berevanîya ji serwerîya Iraqê û yekperçetîya axa wê û ewlehî û istiqrara Iraqê li gorî mêkanîsmên di destûra bingehîn de hatine kifşkirinê, cih bîne.

Li dawîya daxûyanîya Konseya Ewlehîya Netewî ya Iraqê hatîye ku dewleta Bexdayê tekezîyê idke ku yê têkildarî meseleya giştpirsîyê û encamên wê yên neqanûnî gotûbêj û muakirê neke.

Tevî neyarîyên navxweyî, navçeyî û cîhanî û hişyarîdayînên dewleta navendî ya Iraqê, giştpirsîya cidabûna Herêma Kuridstana Iraqê ji saet 7`ê vê sibê ve dest pê bû.