Wezîrê karên derve yê Iraqê: Giştpirsî nabe were lidarxistin
Wezîrê karên dreve yê Iraqê li kêleka lidarxistina civîna civata giştî ya Rêxistina NY li Newyorkê raghand: Dewleta Iraqê jibo hevhatina tev Herêma Kurdistana vî welatî, dê riya eskerî bikar neyne.
Îbrahîm Ceferî, wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja bi televîzyona Kurdistan-24`ê got: Lidarxistian giştpirsiyê hevdeng bi berjewendiyên xelkê kurd ê Iraqê nîne û ev giştpirsiya nabe were lidarxistin, pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê divê bi şêwazên dostane werin çareserkirin.
Îbrahîm Ceferî destnîşan kir: Dewleta Iraqê dê hemî hewldana xwe bikar bîne ku bighêjin rêçareyeke pêkan jibo hemî aliyan ku bibe baîs giştpirsiya ku Herêma Kurdistana Iraqê neyê lidarxistin.
Dewletên Îran, Iraq û Tirkiye dijberê lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ne û daxwaza betalkirian wê dikin, lê serokê Herêma Kurdistana Iraqê dibêje ger pakêteka pêşniyarî ya guncaw ku cihanîna giştpirsiya Cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê li pêşerojê de garantî bike, were raberkirin, dê giştpirsiya niha paşde bixe.
Pêgiriya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li 25 Îlona îsal li halekê ye ku konseya Ewlehiyê ya NY roja pênşemiyê bi daxûyaniyekê ser parastina hakimiyet, yekitî û yekperçetiya Iraqê tekez kir û daxwaza çareseriya pirsgirêkên navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê li çarçoveya qanûna bingehîn a Iraqê û ji riya gotûbêjên kêrhatî kir.