Îlon 22, 2017 14:08 Asia/Tehran
  • Serokomarê Fransayê ji  Barzanî xwest bila Refrandûm paşda keve

Serokomarê Fransayê Emanuel Macron di hevpeyvîna telefonî bi serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî re ya duh, piştevaniya welatê xwe bo yekparçeyiya Iraqê û mafên gelê Kurdistanê di çarçoveya destûra Iraqê de anî ziman û daxwaza paşxistina referandumê kir.

Macron li hevpeyvîna xwe ya telefonî bi Barzanî re jê xwest ku bila Refrandûm bikeve dem û gaveke din.

Lê belê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza Serokê Fransa Emanuel Macronî bo bipaşdexistina referandumê red kir û ragihand, referandûm dê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

Biryar e Refrandûma cûdabûnê ya Herêma Kurdistanê ji Iraqê 25 Îlonê were lidarxistin.

Dewleta navendî ya Iraqê û parlemana Iraqê ev refrandûma neqanûnî daye zanîn û diyarkirine ku encama wê napejirînin.

Welatên navçê û yên cîhanê û Konseya Ewlekariyê ya NY jî xwestin ku ev Refrandûma pêk neyê.