Îlon 22, 2017 10:27 Asia/Tehran
  • Ebadî li hevdîtina Mesûm cardin li dij referandûma cûdabûna Herêma Kurdistanê derket

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm û Serokwezîr Heyder Ebadî duh pêncşemê li bajarê Bexdayê civiyan û referandûma Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin. Ebadî ev refrandûma li dij qanûna bingehîn da zanîn û ew red kir.

Lio gor rapora IRNAyê, Nivîsgeha Ragihandinê ya Encûmena Wezîran a Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, Heyder Ebadî û Fuad Mehsûm di vê civînê de li ser "Destpêşxeriya Fuad Mehsûm a derbarê referandûma Herêma Kurdistanê de" gotûbêj pêkanîn.

Li gor daxuyaniyê Ebadî ragihand: "Helwesta me weke xwe ye, ku em referandûma Herêma Kurdistanê red dikin, lewra ew yekalî û ne destûrî ye."

Ebadî ji Mehsûm re diyar kiriye ku ew di çarçoveya Iraqa yekgirtî de li gor destûrê dê gotûbêjê bi Herêma Kurdistanê re bikin û "Hemû pêngavên yekalî red dikin."

Di civîna roja 20ê Îlonê ya li Silêmaniyê ku di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm de hatibû sazkirin de, hatibû ragihandin, Barzanî û Mehsûm li hev kirin  ku beriya referandûma 25ê Îlonê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê bi beşdariya serokê vê Herêmê Mesûd Barzanî li 7 Hezîrana 2017 li civînekê biryar dan ku ev Herêma li 25 Îlonê Refrandûma Cûdabûna ji Iraqê li dar bêxe, ku eva rastî dijberiya rayedar û saziyên iraqî û welatên cînar û yên cîhanê hat.