Îlon 22, 2017 09:58 Asia/Tehran
  • Konseya Ewlehiyê ya NY li dij referanduma cudabûna Herêma Kurdistanê ye

Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo referanduma cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku lidarxistina referandumê dibe li herêmê bibe sedema bêaramiyê.

Li gorî ragihandina Ajansa France Pressê (AFP) Daxuyaniya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî ku bi dengê hemû endaman hat qebûlkirin, ji bo lidarxistina referandumê metirsiya xwe nîşan dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamên KENYê di metirsiyê de ne ku plana lidarxistina referanduma serxwebûnê li herêmê bibe sedema alozî û bêaramiyê. Biryara lidarxistina referandumê di demekê ku tekoşîna li dijî DAIŞê dihat meşandin de hat wergirtin, têkoşîna ku kurd bi xwe jî beşdarî wê yê sereke ne û dibe ku ev biryar bandorê li vegare 3 milyon penaberan bike.

KENYê di dirêjiya daxuyaniyê de ragihand ku em desthilatî, yekrêziya axê û yekîtiya Iraqê diparêzin û dixwazin pirsgirêkên navbera hikûmeta navendî û ya Herêma Kurdistanê bi diyalogê çareser bibin.

Biryar e Herêma Kurdistanê Refrandûma Cudabûnê 25 Îlonêlidar bêxe ku eva bûye sedema dijberiya dewlet û mecilsa Iraqê û komên curbicur li vî welatî, herwiha bûye sedema dijberiya welatên navçê û cîhanê li hemberî vê refrandûmê.