Îlon 21, 2017 17:36 Asia/Tehran
  • Cebar Yawer: Hêzên Pêşmerge pişkdarîyê li opêrasyona azadkirina Hewîcê nakin

Hevgavê fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji bo destpêkirina opêrasyona azadkirina Hewîcê li başûra rojavaya Kerkûkê, Cebar Yawer sêkrêtêrê giştî yê hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ragihand ku hêzên Pêşmerge li opêrasyona azadkirina Hewîcê pişkdar nabin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Cebar Yawer herwiha got: Hêzên Pêşmerge yê li rêz û çeperên xwe yên berê bimînin û rê nadin têrorîstên DAIŞ`ê li wan mêhwerana bilivin.

Wî herwiha got: Em rê nadin hêzên artêşa Iraqê jî li mêhwerên di bin kontrola hêzên Pêşmerge de dest bi opêrasyonê bikin.

Li gorî gotina sêkrêtêrê giştî yê hêzên Pêşmerge, hevdengîyên pêwîst di navbera wezareta berevanîya Iraqê û wezareta hêzên Pêşmerge de ji bo opêrasyona Hewîcê pêk hatine û her du alîyan lihev kirine ku tenê artêşa Iraqê li vê opêrasyonê pişkdar be.

45 hezar hêzên leşkerî yên Iraqê ji artêşê bigire heta Heşdi Şeibî, Polîsên Fêdêral û Hêzên Dijî Têrorê ji vê sibê ve opêrasyona azadkirina Hewîcê ser navê Qadêmûn Hewîce li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê kirin.