Îlon 20, 2017 19:15 Asia/Tehran
  • Serokê Bereya Turkmanî ya Iraqê li bara ihtimala qewmîna şêrr li Kerkûkê hişyarî da

Serokê Bereya Turkmanî ya Iraqê li bara ihtimala qewmîna şerr û pevçûnê li Kerkûkê hişyarî da.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Erşed Salihî serokê Bereya Turkmanî ya Iraqê got: Her kiryara ku bibe sedema lihevketina jîyana bi hev re ya qewm û etnîkên curbicur ên li Kerkûkê, dikare bibe sedema şerekî ku yê hişk û teran bi hev re li navçê bişewitîn.

Erşed Salihî herwiha got: Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê dixwazin bi hilêxistina mijara lidarxistina giştpirsîya cidabûnê ji Iraqê, vê meselê bikin mijareke navnetewî ku li NY û Konseya Ewlehîyê ya vê sazîyê bê şopandinê, lê turkman û ereb qebûl nakin ku ev mesela bikêşe nav teşkîlat û derdorên navnetewî. Salihî ji dewleta Iraqê xwest ku hin hêzên leşkerî jibo piştgirîya ji fermandetîya polîsên Kerkûkê bişîne ta ku rewşa ewlehîyê bixin bin kontrola xwe.

Roja duşemê bi dû pevçûna di navbera yar û neyarên biryara Konseya Parêzgarîya Kerkûkê jibo pişkdarîya li giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, hêzên ewleîhyê yên vî welatî bi armanca kontrolkirina rewşê li Kerkûkê bi cih bûn. Ev pevçûna li halekî qewimî ku rewşenbîr û rojnamevanan berî vîya li bara qewimîna gêre û pevçûnên navxweyî bi dû biryara Konseya Parêzgarîya Kerkûkê ya pişkdarîya li giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê hişyarî dabûn.