Îlon 20, 2017 17:46 Asia/Tehran
  • Rageşî û Kêşeyên li Kerkûkê zêde bûne

Çavkaniyên nûçeyan ji zêdebûna rageşî û kêşeyan li hin bajarên parêzgeha Kerkûkê li bakûra Iraqê û bajarên tirkmannişîn ên vê parêzgehê agahî dan.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRIB News`ê, duşemiyê bi şev bi dû pevçûna di navbera yar û neyarên biryara Konseya Parêzgariya Kerkûkê ya jibo beşdariya li giştpirsîna li Herêma Kurdistana iraqê, hêzên ewlehiyê li Kerkûkê bicih bûn.

Di eynî demê de, Muîn El Kazimî, yek ji fermandeyên Heşda Şeibî û endamekî Rêxistina Bedr a Iraqê, hişyarî da, eger Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, li ser helwêsta xwe pêgîriyê bike, wê rewş xirabtir bibe.

Irfan Ebdulhisên (Ebû Mistefa), yek ji fermandeyên hêzên Heşda Şeibî jî got: Her kêşeyek, wê bi hevkariya hêzên Yekîtiya Niştîmanî, kontrol bibe.

Ji aliyê din ve, Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, piştî hevdîtina bi Maykel Falon, wezîrê berevaniya Ingilistanê, li Hewlêrê, li daxuyaniyekê, şertûmercên xwe yên jibo paşdaxistina dema giştpirsîna cidabûnê raber kirin.

Li gorî vê daxuyaniyê ku li malpera nûçeyan a Sumeriye News`ê hate weşandin, Barzanî herwiha got: Eger ku dewleta Iraqê, gotûbêja jibo cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê li gorî dema kivş û garantiyên navneteweyî, qebûl bike, berpirsên siyasî yên Kurdistanê jî wê dora hev bicivin û biryara xwe ya dawîn li bara giştpirsînê bidin.

Mesûd Barzanî, 25`ê Îlona îsal, dema lidarxistina giştpirsîna cidabûna herêma Kurdistana Iraqê, ragihandiye, li halekê ku hemî partiyên di nava Iraqê û welatên navçe û cîhanê, dijî wê ne.