Îlon 20, 2017 16:18 Asia/Tehran
  • Fuad Mesûm jibo gotûbêja digel Barzanî giheşte Silêmanîyê

Serokomarê Iraqê ji bo hevdîtin û muzakireya digel Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana vî welatî giheşte parêzgeha Silêmanîyê.

Li gorî rapora Fars News`ê, Fuad Mesûm serokomarê Iraqê vê dawîyê bi daxûyanîyekê plana gotûbêja di navbera berpirsên komên sîyasî li Bexda û Hewlêrê û herwiha lidarxistina civînên bi dû hev bi merema bidestxistina rêçareya lezgîn hilêxistîye.

Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê jî îro ji bo pişkdarîya li merasima piştgirîya ji giştpirsîya cidabûna vê herêmê ji Iraqê giheşte Silêmanîyê.

Biryar e ku Barzanî îro danê êvarê li werzişgeha şarê Silêmanîyê biaxive. Hevgavê seredana Barzanî hejmarek ji xelkê Silêmanîyê bi xwenîşandanekê, nerazîbûna xwe li hemberî sîyasetên Barzanî nîşan dan. Hêzên ewlehîyê jî 20 welatîyên kurd ên pişkdarê xwenîşandana nerazîbûna li hemberî Barzanî girtin.