Îlon 18, 2017 18:17 Asia/Tehran
  • Rexneya karzanekî misrî ji giştpirsîna cidabûnê ya Herêma Kurdistanê

Karzanekî misrî, lidarxistina giştpirsîna cidabûnê ya li Herêma Kurdistana Iraqê, rexne kir.

Li gorî rapora kanala El Meyadînê, Mihemed Seîd Idrîs, karzan û şêwirmendê li Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratêjîk a Al Ahramê, ragihand, giştpirsîna cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, planeka siyonîstî ya bi hevkariya çend welatên erebî jibo parçekirina welatên navçê ye.

Mihemed Seîd Idrîs, herwiha  got, ragihandina lidarxistina vê giştpirsiyê, tevî dijayetiya Komara Îslamiya Îran, Tirkiye, Sûriye û dewleta Iraqê, bi serketinên vî welatî yên li şerrê dijî terorîsmê re hevgav bûye.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7`ê Hezîrana 2017`an, li civîneka bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê, lidarxistina giştpirsîna cidabûnê ya li Herêma Kurdistana Iraqê  li 25`ê Îlonê erê kirin.

Pêkutiya Mesûd Barzanî, serokê Herêma kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsîna cidabûna vê herêmê ji Iraqê li 25`ê Îlona 2017`an, rastî berteka webirr a dewleta Iraqê, komên curbicur ên iraqî û welatên navçe û cîhanê hatiye.