Îlon 18, 2017 18:09 Asia/Tehran
  • Berteka Navenda Parêzerên Tirkîyê li hemberî giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê Navenda Parêzerên Tirkîyê wek berteka li hemberî biryara serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî têkildarî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê li vê herêmê, ev kiryara binpêkirina mafên navnetewî û berovajî destûra bingehîn a Iraqê zanî.

Li gorî rapora malpera Rojnama Aydinlik a Tirkîyê, Metîn Feyzîoglu tekez kir ku mijara lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kuridstana Iraqê tu bingeheke qanûnî tineye û got: Biryara cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ku bi armanca perçekirina Iraqê pêk tê, yê bibe zemîneya pevçûn û gêreyên qewmî û mezhebî li Iraqê û navçê û herêmê bêistiqrar bike.

Fêyzioglu hêvî kir ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ji vê biryara xwe ya şaş vegere ji ber ku her cure bêistiqrarîya li navçê yê li ustîyê wî be.

Hin partîyên Herêma Kurdistana Iraqê di roja 7`ê Hezîranê de li civînekê bi serokatîya Mesûd Barzanî serokê vê navçeyê biryara lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de dan. Dewlet, komên iraqî û welatên navçe û cîhanê ji wan Îran û Tirkîye jî li dijî vê biryarê ne.

Parlimana Iraqê jî 12`ê Îlonê meseleya lidarxistina giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana vî welatî neqanûnî zanî û li dijî wê derket.