Îlon 18, 2017 17:58 Asia/Tehran
  • Gotûbêjên balyozên Îran û Fransayê li Bexdayê li ser giştpirsîna li Herêma Kurdistana Iraqê

Îrec Mescidî, balyozê Îranê li Bexdayê û Bruno Aubert (Brono Ebêrt), balyozê Fransayê yê li Iraqê, li ser giştpirsîna cidabûna Herêma Kurdistana iraqê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Îrec Mescidî û Brono Ebêrt, roja duşemiyê li Bexdayê, herwiha li gotûbêjên xwe, li bara berfirehkirina peywendiyên dualî yên di navbera her du welatên Komara Îslamiya Îran û Fransayê de, şêwirîn.

Fransa ji wan welatên ewrûpî ye ku dijayetiya xwe li hember lidarxistina giştpirsîna cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ragihandiye.

Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê, jî yekşemiyê bi şev çû sefareta Îranê ya li Bexdayê û bi Îrec Mescidî, li ser alûgorên niha û ji wan mijara giştpirsîna cidabûnê ya li Herêma Kurdistana Iraqê, bi wî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Hin partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7`ê Hezîrana 2017`an, li civîneka bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê, lidarxistina giştpirsîna cidabûnê ya li Herêma Kurdistana Iraqê  li 25`ê Îlonê erê kirin, mijara ku rastî dijayetiya webirr a dewlet, komên curbicur ên iraqî û welatên navçe û cîhanê hatiye.