Îlon 18, 2017 17:52 Asia/Tehran
  • Hikmê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê jibo sekinandina giştpirsîna cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê jibo sekinandina giştpirsîna cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, hikm da.

Li gorî rapora ISNA`yê, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, roja duşemiyê ragihand: Lidarxistina giştpirsîna li Herêma Kurdistana Iraqê, berovajiya qanûna bingehîn a vî welatî ye.

Eyas Samuk, birêvebirê beşa Ragihandinê ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, di vî warî de destnîşan kir: Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, civîna xwe ya îro bi beşdariya hemî endaman li dar xist û xwestekên ku di warê sekinandina lidarxistina giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê de raber bûne, şopandin.

Pêgiriya Mesûd Barzanî, serokê Herêma kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsîna cidabûna vê herêmê ji Iraqê li 25`ê Îlona 2017`an, rastî berteka vebirr a dewleta Iraqê, komên curbicur ên iraqî û welatên navçe û cîhanê hatiye.