Îlon 18, 2017 16:43 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistana Iraqê û şirketa Rosneft a rûsî peymanek îmze kirin

Hat ragihandin ku Herêma Kurdistana Iraqê û şirketa Rosneft a rûsî peymanek îmze kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê ku dispêre çavkaniyên herêmî, Herêma Kurdistana Iraqê û şirketa Rosneft a rûsî ji bo danîna xeta veguhestina gaza siruştî peymanek îmze kirin.

Şirketa Rosneftê ji bo kişandina xeta boriya gaza siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiye û Ewropayê, milyarek dolar terxan kirîye. Li gorî agahiyan ev xeta boriyê dê salê 30 milyar metrokupe gaza siruştî veguhêze.

Tê pêşbînîkirin ku xeta boriya gaza sirûştî ya Herêma Kurdistana Iraqê hetanî saşa 2019`an temam bibe û karê danîna xeta veguhestinê ya boriyê jî dê di sala 2020`an de dest pê bike.

Rosneftê jî di daxûyaniya xwe de got: "Şirketa petrolê ji bo fînansoriya binesaziya xeta borîya gaza siruştî bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê re hevdîtinan dike û derbarê vê projeyê de hetanî dawiya salê dê peymanek were îmzekirin."

Li gorî daxuyaniya şirketê, xeta boriya gaza siruştî ku li Herêma Kurdistana Iraqê tê avakirin ji xeyrî santralên elektrîkê yên herêmê û febrîqeyan dê ji bo veguhestina ber bi bazara Tirkiye û Ewropayê jî derfetekî baş bide.

Veguhestina gaza siruştî ji bo bazara navxweyî di sala 2019 û li ser heman xetê veguhestina bo bazara derve jî wê di sala 2020`an de dest pê bike.