Îlon 18, 2017 13:52 Asia/Tehran
  • Taxima Bilind a Giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê: Giştpirsîn di dema diyarkirî da tê lidarxistin

Taxima Bilind a Giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê ragihand: Giştpirsîna cudabûna vê herêmêl ji Iraqê di dema diyarkirî anku 25`ê Îlona 2017`an da tê lidaxsitin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Taxima Bilind a Giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku ev biryar li civîna endamên vê taximê û bi amadebûna serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, hatiye dayîn.

Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê roja Îniya bihurî lidarxistina Giştpirsîna cudabûna vê herêmê di roja 25`ê Îlona 32017`an erê kir.

Eva li halekî ye ku pêgirî  û israra ji bo lidarxistina Giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê tûşî berteka ciddî û tund a dewleta Iraqê û komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçeyê bûye.