Qasimî: Giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê şaştiyeke stratejîk e
Berdevkê wzareta karên dreve ya Îranê lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, şaştiyeke stratejîk da zanîn û got: Ev gişpirsiya ewlehî û aramiya Iraqê dixe xeterê.
Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê roja yekşemiyê li gotûbêja bi televîzyoan Cizîrê got: Sekinîna ser lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê derbeyê li hemî hewldana jibo şerê li hember terorîzmê li navçê dixe.
Qasimî destnîşan kir: Giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê tam li dijî ewlehî û aramiya li Iraqê ye û gefê li pêvajoya siyasî dixwe.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Iraqê demokrasiyeke sawa heye û destnîşan kir: Ev kiryara her wiha li dijî hewldanên li warê şerê li hember terorîzmê û fanatîzmê li navçê û Iraqê ye û tenê dê bibe sedema nearamî û aloziya navçê û Herêma Kurdistana Iraqê.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Dost û birayên kurd dikarin li saya Iraqeke yekgirtî û demokratîk û li çarçoveya qanûna bingehîn a vî welatî xwestekên xwe cih bînin û tam bighêjine mafên xwe.
Hin partiyên Hrêma Kurdistana Iraqê, 7 Hezîrana 2017an li civînekê bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê li 25 Îlona 2017`an pesend kirin, mijara ku rastî dijberiya cidî ya dewlet, komên curbicur ên iraqî û welatên navçê û cîhanê hatiye.