Îlon 17, 2017 12:25 Asia/Tehran
  • Gotinên Barzanî li dijî Îran û Tirkiyê

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li gotinên xwe xebitî ku nîgeraniyên Komara îslamî ya Îranê û Tirkiyê li bara pêwîstiya parastina hevgirtin û yekparçetiya axa Iraqê bêxe bin pirsê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê li gotinên xwe yên duh şemiyê li bajarê Dihukê bi vê îdiayê ku Hewlêr naxwaze pirsgirêkan ji bo Iraqê çê bike got: Eva ku welatên cînarên Iraqê (Îran û Tirkiyê) xwe piştgirên hevgirtina niştîmanî ya iraqiyan didin nasandin ciyê ecêbatî û heyêrîmanê ye.

Partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê di 7`ê Hezîranê de ligel Mesûd Barzanî serokê vê herêmê civîyan û biryar dan ku giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di 25`ê Îlonê de bê lidarxistinê, mijara ku bûye sedema dijberî û neyarîya vebirr a dewlet, komên iraqî û welatên navçe û cîhanê.

Nûnerên parlemana Iraqê sêşemiya bihurî giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê neqanûnî dane zanîn û neyariya xwe li bara vê biryara Hewlêrê dane diyarkirin.

Tevî dijberiyên iraqiyan û welatên cîhanê û saziyên navnetewî li hemberî refrandûma cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê, Mesûd Barzanî ji kurdên Iraqê xwestiye ku pişkdariya vê giştpirsiyê bikin.