Tebax 17, 2017 19:55 Asia/Tehran
  • Partiyên kurdî yên dijberê giştpirsîyê Herêma Kurdistana Iraqê desteyekê dişînin Bexdayê

Parlimanterê Tevgera Gorranê li meclisa Iraqê ragihand ku ev tevgera hewl dide desteyekê ji partîyên dijberê lidarxistina giştpirsîya Herêma Kurdistanê pêk bîne û bişîne Bexdayê.

Kawe Mehmûd parlemanterê Tevgera Gorranê li meclisa Iraqê li hevpeyvîna digel malpera Bexdad Al Yewmê got: Tevgera Gorranê dil heye ku desteyekê ji partîyên dijberê lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistanê di rewşa niha de pêk bîne û bişîne Bexdayê.

Mihemed herwiha got: Erka wê desteyê yê gotûbêja digel berpirsên iraqî li bara peydakirina rêçareyekê têkildarî pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de be.

Wî got ku ew desteya piştî civîna desteya PDK`ê ligel rayedarên Iraqê li Bexdayê yê seredana Bexdayê bike.