Tîrmeh 25, 2017 18:15 Asia/Tehran
  • Serok û endamên Tevgera Gorranê hatin bijartinê

Di helbijartina navxwe ya Tevgera Gorranê de erka serokê giştî yê Tevgera Gorran hate zelalkirin.

Li gorî rapora malpera BAS NEWS`ê, di encama helbijartina navxwe ya Tevgera Gorranê de Omer Seyîd Elî wek serokê giştî yê Tevgera Gorran hate helbijartin.

Herwaha erkên din jî bi vî awayî hatin dabeşkirin:

Mihemed Tofîq - Sekreterê karûbarê odeyan

Cemal Mihemed - Sekreterê karûbarê civata niştimanî

Osman Hacî Mehmûd - Sekreterê karûbarê bajarvanan

Celal Cewher - Sekreterê karûbarê fraksiyonan

Şoreş Hacî - Sekreterê karûbarê xelk

Ev di demekê de ye ku hemû namzedên ciwan di nav Tevgera Gorranê de ji helbijartinê vekêşiyane û yek ji wan jî ji BasNewsê re ragehand, ku pênc namzed mane û ew jî hemû berê endamê polîtburoya YNK`ê bûn.

 Îro herwiha heştemîn salvegera damezirandina Tevgera Gorranê bû ku Noşîrvan Mistefa ji YNK`ê cida bû û ew damezirand.