Şîreta Moskowayê li Hewlêrê têkildarî berçavgirtina hemî dûhatên rapirsiya serbixwetiyê
Wezîrê karên derev yê Rûsiyê hêvî kir ku Hewlêr bala xwe bide ser hemî dûhatên muhtemel ên rapirsiya serbixwtiyê.
Li gorî rapora IRNAyê, Sergeyî Lavrof, wezîrê karên derve yê Rûsiyê li hevpeyvîna bi kanala nûçan a Rûdawê got: Moskowa bawer e k rapirsî hema hillxistina armanca û prespektîva gelê Kurdistanê ye lê em hêvî dikin ku Hewlêr dema biryara dawiyê girt, encamên siyasî, jeopolêtîk û demografî û aboriya kiryara xwe berçav bigre tevî ku mesela Kurdistanê ji sînorên niha yên Iraqê dersbas bûye û bandorê dike ser rewşa hin welatên cînar jî û mesela Kurdistanê roleke giring û cih û şûneke kêrhatî li çarçoveya pêvajoya çareserkirina qeyranên niha yên navçê heye.
Wî got: Em hêvî dikin ku gelê Kurdistanê bi aşitî xwestekên xwe hilêxin û cihanîna dawiyê ya encamên rapirsiyê bi curekê be ku hemî mijarên ku me behskirin ji wan rewşa navçê û helwestên welatên cînarê Iraqê têde werin berçav girtin.
Lavrof got: Armancên qanûnî yên gelê Kurdistanê mînakek jibo gelê din e û divê li gor qanûnên navneteweyî cih were. Ev meseleya li bara biryara lidarxistina rapirsiyê jî ku em dizanin biryara adwiyê ya Hewlêrê ye, hema rast e.
Herêam Kurdistana Iarqê dil heye 25 Îlonê rapirsiya cidabûna ji Bexdayê li dar xîne.