Tîrmeh 23, 2017 13:44 Asia/Tehran
  • Zêde ji nîvê kurdên Herêma Kurdistana Iraqê dê dengê na bidine giştpirsiyê

Li anketa ku li ser giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kirin, sedî 62 ji xelkê vê herêmê gotine, dê dengê na bidine vê giştpirsiyê.

Telivîzyona NRT ku yek ji telivîzyonên mezine Herêma Kurdistana Iraqê ye ji meha bihurî li tora xwe ya civakî ya Facebook`ê pirsek radestî temaşevanên xwe kiriye û nêhrîna xelkê vê herêmê li ser giştpirsiya vê herêmê pirs kiriye ku piştî mehekê ji 92 hezar û 83 kesên ku pişkdariya vê anketê kirine 56 hezar û 855 kesan gotine ku dê dengê na bidine giştpirsiya cudabûna vê herêmê ji Iraqê.

Pirsa telivîzyona NRT`yê ji xelkê Herêma Kurdistana Iraqê evaye ku eger pişkdariya vê giştpirsiyê bikin, nêhrîna we çiye ku sedî 62 ji xelkê gotine dengê na didin cudabûna vê herêmê ji Iraqê.

Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7`ê Hezîrana buhurî, li civînekê bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê, lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî li 25`ê Îlona 2017`an, pejirandin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, tevî dijayetiyên navxweyî, navçeyî û navneteweyî, ji Kurdên Iraqê xwestiye beşdariya vê giştpirsiyê bikin.

Heya niha rayedarên siyasî yên Iraqê û heta hin welatên navçê, ji wan Komara îslamiya Îranê û Tirkiye, dijî cihhatina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî, derketine.