Tîrmeh 23, 2017 11:09 Asia/Tehran
  • Rizamendîya Barzanî li ser cihanîna hukmê îdamê li Herêma Kurdistana Iraqê

Her çend gor qanûna herêma Kurdistana Iraqê hukmê sêdaredanê li vê herêmê nayê îcra kirin lê heta niha 11 kes ser fermana Mesûd Barzanî serokê vê herêmê hema veşartî hatine êdamkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd TV`yê, Ser fermana Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê heta niha 11 kes li navça Badînan ku dikeve parêzgeha Dihûkê hatine êdamkirin û 58 kesên din jî li benda îcrabûna vê cure hukmê ne.

Vê ajansê ragihandiyeLi nav kesên ku hatine êdamkirin çend kes sebebkarên kuştina endamekî nivîsgeha siyasî ya Partiya Demokrata Herêma Kurdistana Iraqê bi rêberiya Mesûd Barzanî ne.

Ajansa Kurd TV`yê ragihandiye Ev hukmên wiha li halekê îcra bûne ku li qanûna vê herêmê hukmê sêdaredanê hatiye rawestandin loma êdamên wiha hema veşartî cih hatine.