Tîrmeh 22, 2017 13:03 Asia/Tehran
  • Pêkutîya Tevgera Goranê ser venihêrîna li qanûna serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê

Endamê Fraksiyona tevgera Goranê li parlimana Herêma Kurdistana Iraqê li ser pêwîstiya lezandina çareseriya mijara serokatiyê li Herêma Kurdistana Iraqê û çalakirina parlimana vê herêmê pêgirî kir.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Bîston Fayêq li hevpeyivîna digel ajansa nûçeyan a neteweyiya Iraqê (NINA), tevî gotina vê yekê ku Tevgera Goranê hema wisa dixwaze li qanûna serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê venihêrînek pêk were û ev pirsgirêk bê çareserkirin, got: ``Tevgera Goranê û Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê li civîna pêşberî xwe divê rewşa niha ya Herêma Kurdistana Iraqê berçav bigirin û nermiyeke zêdetir ji bo çareserkirina pûirsgirêk û nakokiyên navbera xwe nîşan bidin.

Fayêq li ser pêwîstiya çalakiirna lezgîn a parliaman Herêma Kurdistana Iraqê bêyî tu cûre pêşmercekê û kêşeyên siyasî bi armanca baştirkiirna rewşa siyasî, aborî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir.