Derxistina êzdiyan ji kampên Kurdisatan Iraqê bi tawana endametiya nav Heşda Şebî
Herêma Kurdistana Iraqê bi dehan malbatên êzdî bi tawana tevlîbûna nav hêzên Heşad Şeibî ji kampên bajarên Dihok û Zaxoyê derxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Herêma Kurdistana Iraqê piştî derxistina bi dehan malbatên aware yên êzdî ji kempên vê navçê, hişyarî daye hejmareke din ji wan ku bila bi zûtirkê kampan biterikînin.
Xizir Hecî Mîrza ji kesayetiyên olî yên êzdiyan ku tev malbata xwe ji kempa Zaxoyê hatiye derxistin got: ``Piştî ku tevlî hêzên Heşda Şeiebî bûye, hêzên ewlehiyê hişyarî dane wî û ew ji kempê derxistine``.
Du hefteyan berî niha jî Rêxistina çavdêra mafên mirovan fukara xwe li bara derxistina êzdiyan ji kampên Kurdistana Iraqê ragihand û diyar kir ku bajarê Şingalê ku awareyên êzdî berê xwe dane wir bêyî tu îmkanên seretayî yên jiyanê ye.
Piştî dagirkirina bajarê Şingalê li bakurê Iraqê li sala 2014an ji aliyê teorîstên DAIŞ`ê va, êzdî ku piranî rûniştiyê vî bajarê bûne, awareyî kampaên başûr û Kurdistanê bûne.
Herêam Kurdistana Iraqê li halekî dest bi derxistina êzdiyan ji vê navçê ji ber tevlîbûna nav Heşa Şeibî kiriye ku van hêzan ser fermana serokwezîr û pêşnumaya parlemana Iraqê li sê salên buhurî roleke giring li azadkirina bajarên dagirbûyî yên vî welatî ji wan hin navçên Şinaglê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê hebûne.