Nunerê hevalbendiya El-Mewatinê: Lidarxistina rapirsiya Herêma Kurdistana Iraqê di rewşa niha de kiryareke şaş e
Nunerê hevalbendiya El-Mewatinê li parlemana Iraqê got: Lidarxistina rapirsiya li Herêma Kurdistana Iarqê di rewşa niha da kirayreke şaş e ku bandorê dike ser yekitî û yekperçetiya Iraqê û hevpeymaniya neteweyî bi tundî li dijî wê yekê ye.
Ebdulkerîm El-Neqîb nunerê hevalbendiya dewleta Qanûnê li daxûyaniyeke nivîskî ragihand: ``Lidarxistian rapirsiyê, gefek e jibo yekitî û yekperçetiya li Iraq û gelê vî welatî ye û karekî şaş e ku hevpeymaniya neteweyî û welatên navçê û cîhanê dijberê wê ne û rastî nerazîbûna hin partiyên kurdistanî li nav Herêma Kurdistana Iraqê jî hatiye``.
El-Neqîb got: ``Daxwzaiyên jibo cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê di rewşa xirab a aborî û ewlehiyê de li Iraqê hatine hilêxistin; Lewma ev daxwazî li nav û derveyî Iraqê cidî nayên hesibandin``.
Wî tekez kir ku ``Birayrên me yên kurd li Herêam Kurdistana Iraqê şirîkên prosa siyasî li Iraqê ne û hemî mafên xwe ji bûdceyên giştî yên Iraqê wergirtine û roleke aktîv li parlemana Iraqê hene``.
Ji aliyê din ve seroka farksiyona Tevgera Gorranê jî li parlemana Iraqê got: ``Giştpirsiya cidabûna Herlêma Kurdistanê ji Iraqê, mijareke tam partîtî ye``.
Sirwe Ebdulwahidê li gotûbêja bi El-Etcah Pressê bal kişand ser vê yekê ku Giştpirsiya cidabûna Herlêma Kurdistanê ji Iraqê mijareke tam partîtî ye ku zêde girêdayî bi Mesûd Barzanî ye û ewqas têkilliya xwe bi gelê Kurdistanê ra tine û got: ``Divê ferqek navbera mafê kivşkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê û gêreyên siyasî yên Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê û sloganên ku ev partiya li bara kurdan û Giştpirsiya cidabûnê dide, hebe.
Ebdulwahidê tekez kir ku armanca Giştpirsîna ku Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê daxwaza lidarxistian wê dike, rewakirina serokatiya Mesûd Barzanî ser Herêma Kurdistana ye ku wî ji riya neqanûnî û darbeyê bidest xistiye.
Mijara Giştpirsînê li Herêam Kurdistana Iraqê çawa ku li asta navçê û derveyî navçê rastî bertek û dijberiyên ciddî hatiye li herêmê jî rastî berteka gelê vê navçê hatiye. Herçend hin rûniştiyên herêmê piştgirî dane vê fikra Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê û rayeadrên wê; Lê hin kes jî bi tundî dijber û dilgiranê vê meselê ne.