Mesûd Barzanî: Rapirsî mafê rewa yê kuradn e
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê cardinê bêyî ku bala xwe bide ser dijberiyên li hember raprsiya cidakirina vê navçê, ser lidarxistina wê tekez kir.
Li gorî rapora televîzyona El-Meyadînê ya Lubnanê, Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê roja çaremiyê li peyamekê raghand: Rapirsî mafê xwezayî yê kurdên Iraqê ye û tu gefekê ji aliyê tu kesî qebûl nake.
Mesûd Barzanî li vê peyama xw îdia kir: Dewleta Iraqê ser qanûna bingehîn a ku yekperçetiya vî welatî diparêze, nesekinye.
Barzanî bi vê îdiayê ku hevsengiya li artêşa Iraqê nehat parastin û hêzên Pêşmerge yên kurd tevî ku bingeha nûjenkirina artêşê danîn lê ketin perawêzê û îdia kir: Artêşa Iraqê li halekê hêzên pêşmerge dorpêç dike ku ev hêz beşek giring ji sîstema berevaniya Iraqê pêk tînin.
Di eynî demê de, partiya El-Deweya Îslamî ya Iraqê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê ragahnd: sekinîna ser lidarxistina rapirsiya cidakirina Herêma Kurdistana Iraqê , şik û guamnên li bara hebûna pîlanên bitalûke jibo ewlehiya neteweyî ya Iraqê xurt dike.
Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7 Hezîrana buhurî li civîna bi beşadriya Mesûd Barzanî serokê vê ermê lidarxistina rapirsiya cidakirina Herêma Kurdistanê ji Iraqê li 25 Îlona 2017an pesend kirin.