Tîrmeh 19, 2017 19:22 Asia/Tehran
  • Dijayetiya tirkmanên Iraqê bi giştpirsiya cidatiya Kurdistana Iraqê

Tirkmanên Iraqê, dijî her cure cidabûn û lidarxistina giştpirsiya li Herêma Kurdistana Iraqê ne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a IRNA, Hicran Kazanci, nûnera tirkmanên Iraqê li Meclisa vî welatî, roja çarşemiyê li hevpeyvîna bi nûçegîhanan re li Enqerê (paytexta Tirkiyê) got, dema ku giştpirsiya cidabûnê jibo Herêma Kurdistana Iraqê, were lidarxistin, wê Ereb û Tirkman jî giştpirsiyê bixwezin.

Hicran Kazanci, destnîşan kir eger agirê nakokiyên di navbera şîe û suniyan li navçe û herêmê gurr bibe, kes nikare wê kontrol bike û pêşiya wê bigire û di rewşeka wiha de, yekbûn û yekperçebûna Iraqê pêwîst e.

Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê, 7`ê Hezîrana buhurî, li civînekê bi beşdariya Mesûd Barzanî, serokê vê herêmê, lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî li 25`ê Îlona 2017`an, pejirandin.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, tevî dijayetiyên navxweyî, navçeyî û navneteweyî, ji Kurdên Iraqê xwestiye beşdariya vê giştpirsiyê bikin.

Heya niha rayedarên siyasî yên Iraqê û heta hin welatên navçê, ji wan Komara îslamiya Îranê û Tirkiye, dijî cihhatina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji vî welatî, derketine.